Lînkên eksesibilîtî

Korya Bakur dê vegerite danustandinên şeş alî li ser bernama wî ya navokî eger danustandin li jêr şert û mercên baş bêne kirin - 2005-02-22


Rêberê Korya Bakur Kim Jong-il got hikumeta wî dê vegerite danustandinên şeş alî li ser bernama wî ya navokî eger danustandin li jêr şert û mercên baş bêne kirin.

Ajansa fermî ya dewletê li Korya bakûr got berêz Kim gotîye dyplomatekê Çînê ku dibe danustandin bêne kirin li her demekê hey eger Emerîka dyar bike ew cihê bawerêye.

Hatîye ragehandin ku zêde barî vê jî berêz kêm gotîye Korya Bakur dê li ser soz û giftên xwe bimîne heta zir giravên Korî paqij bimîne ji çekên navokî.

Peyvdarê Seraya Sipî çi têbînî li ser şert û mercên ne dyarên berêz Kim nedan belê got Emerîka divêt Korya bakur vegerite danustandinên şeş alî.

Wezareta derve ya Çînê got divêt Korya bakur Emerîka bizavên zêdetir bikin bo dyar kirina nyaza baş û nermîyê bo çareserkirina pirsa navokî.

Berî dû heftîyan Korya Bakur got wê çekên navokî hene û xwe ji danustandina vekêşaye.

XS
SM
MD
LG