Doza ku li ser kuştina Ahmet Kaymaz û kurê wî yê 12 salî de ye îro li merdîn dest pê kir.
Derbarê du heb polêsên taybet ên bersûc de bo her yek 12 sal bo yekî jî 6 sal cezayê hepsê tê xwestin. Rûniştina ku deh saet ajot, bo ku îfadeya polêsan bi talîmatê ji aliyê dozgerê wan bajaran ku polês lê ne werin girtin, hat paş de avêtin.
Dê û dapîra Uğur Kaymaz jî ji ber ku dêrûniya wan ne baş e, îfade nedan. Parêzerên polêsan jî bi angaşta ku ewlehiya jiyana muwekîlên wan nîn e, xwestin ku darizandin li bajarekî din dom bike. Mahkeme jî ew daxwaz gihand wezareta adaletê.
Di doza ku li dadgeha cezayên giran a 2'yemîn de tê dîtin, 4 polês bi daxwaza 4 sal heps dihatin darizandin.Polêsên bersûc, piştî lêpirsîna îdarî pewîst nehatibû dîtin ku ji karên xwe werin dûrxistin û tayina wan rakiribûn bajarên cur be cur ên tirkiye.
Endamên parlementer ên Komîsyona Mafên Mirovan a parlemena Tirkiyê Cavit Torun, Mesut Değer û Faruk Ünsal û alîkarê giştî yê IHDê Reyhan yalçındağ jî wek çavdêr tev lê bûn. Endamê parlemena Yekitiya Ewrûpayê Feleknaz Uca ,yê bi eslê xwe kurd, jî rûniştin şopand.
Polês li be avahiya dadgehê de tedbîrên ewlehiyê wergirtibû û ser wan kesên ku diketin dadgehê yeko yeko hatin saxkirin.
Gelek parezerên girêdayî baroyên Ankara, İstanbul, Bursa, Batman, Adana û Diyarbekir û parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Jî wek mudaxîl ketin rûniştinê.
Beriya wê jî li bajarên cur be cur çima ku polêsên ber sûc hîna jî li ser kar in û nehatine girtin çalakiyên şermezarkirinê pêk hatin. Gelek xwendekarên bi cilê dibistanê jî di van çalakiyan de cih girt.
Rabûrdiya bûyerê Di operasyoneke polêsan de ku di 21'ê sermawezê (çiriya paşîn) de li navçeya Qoser a ku bi ser Mêrdînê ve ye, pêk hatibû de ajotkarê qemyonê Ahmey Kaymaz û kurê wî yê 12 salî Uğur Kaymaz bi angaşta ku terorîst in, hatibûn kuştin.
Piştî vê bûyerê jî malbata Kaymaz angaşt kiribû ku Ahmet Kaymaz û kurê wî ji qesta hatine kuştin û ey yek înfazeke bê darizandin e. Walitiya Mêrdînê jî di daxuyaniya xwe de ku piştî bûyerê dabû çapemeniyê ,gotibû bav û kur endamê rêxistina terorîst bûne û di encama lihevrabûna (conflict) ku di nava wan û ya polêsan de pêk hatibû de jiyana xwe ji dest dane.
Lê ji ber ku li cihê bûyerê tu şopa şer nehat dîtin û ji ber ku Uğur Kaymaz ê ku hatibû kuştin hîna 12 salî bû û diçû dibistana seretayî gelek şik mû guman li pey xwe anîbû.
(Peyamhinêrê Pişka Kurdî ya Dengê Emerîka li bajarê Dyarbekir Celîl Kaya ev raporte şandîye. Heke te bivêt guh bideye raportê, vê fayela dengî li ser vî perî klîk bike.)