Îro pencşembî xirapkaran li Iraqê hêrişên nuî kirine ser polîsan û hêzên Emerîkî, û bi layê kêmîve 17 kes hatine kuştin.
Di peqînkarîyeka here bikujda, şahid dibêjin hêrişvanekê xwekuj, ku cilubergên polîsa kiribune ber xwe, bi otumbêlê ço dinav bingeha serekî ya polîsan da û xwe peqand.
Ew peqîna bihêz ku li bajêrê ku Sadam Husênî li wêrê li dayik buye bi layê kêmîve 12 kes kuşt û 35 kesêt dî biryndar kir, û bû egera agir berbuna pitirî deh otumbêlan.
Li başûra paytextî, li Iskendiriye, peqîneka ku li nêzîk karwanekê polîsa qewimî bû egera kuştina dû polîsan û bi layê kêmîve medenîyekê.
Li ser tundutîjîyên berdewam ku li dijî polîsê Iraqî dihênekirin, nêzîkî 2,000 polîsên nuî ku 46 ji wan jinin li vê heftîyê xolêt hî û fêrkirinê li Bexda û Sulaymaniye bidumahî înan.
Li heman dem, leşkerê Emerîkî dibêjit dû serbazêt Emerîkî hatine kuştin û dûên dî biryndar bun li peqîna dû bombên ser rêkê li başûra Bexda.