Lînkên eksesibilîtî

Lêvekolîn dihête kirin ka Iranê pêşnyazeka sala 1980 ji zanyarê Pakistanê Ebdul Ezîz xan bo wergirtina pêzanîna qebul kirbû an ne - 2005-02-28


Lêvekolêt navokî yêt nav netewey bizavê diken da bizanin ka Iranê pêşnyazeka sala 1980 ji zanyarê Pakistanê Ebdul Ezîz xan bo wergirtina pêzanîna qebul kirbû an ne.

Îro li Vîena serokê ajansê got Iranê pê nasîn kirye pêşnyazeka Ebdul Ezîz Xanî wergirtibû li ser wergirtina teknelojîya zaxkirina navokî.

Lê Iran dibêjit wê ew pêşnyaz qebul nekir ku renge bo çêkirina çekêt navokî hatina bi kar înan.

Vê dumahîyê lêvekolêt Ajansa Hêza Etomî ya Navnetewey hindek belgename dîtine ku li sala 1987 Iran li ser kirîna teknelocya navokî digel Pakistanê axiftîy.

Lê Pakistanê ew raport bi rast nezanî û dibêjit ew pêzanîn dabune welatêt ku têkelî bi vê pirsêve hene û Ajansa Hêza Etomî ya Nav Netewey.

XS
SM
MD
LG