Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Emerîka raporteka salane li ser mavêt mirovan belav kir - 2005-02-28


Wezareta Derve ya Emerîka raporteka salane li ser mavêt mirovan belav kir ku têda navê çend welatan înaye ji wan Çîn, Surya, û Erebistana Se'udî.

Li kombunekê li Waşinton, Cêgirê Wezareta Derve Michael Kozak got Çîn hêşta cihê alozîyê ye. û li Korya bakur, Birma, û Kuba zêdegavîyêt mezin têne kirin.

Raporta sala 2004 dibêjit pêşveçon li rojhelata naverast buyne piştî helbijartinêt li Iraqê û li erdêt Felestînî. lê bo xelkê wê herêmê berdewam yê dyar dibit ku wan bi diristî azadî nîne.

Raport herwesa dibêjit ku li Iranê, Surya, û welatêt hevalbendêt Emerîka weku Erebistana Se'udî û Misrê zêdegavî li ser mafêt mirovan tête kirin.

Rêzdar Kozak got ew bara pitir di xema Erebistana Se'udî dane jiber ku li wêrê azadîya ûlî nîne û renge tole li ser bêne danan.

Raporta wezareta derve herwesa behsê kuştina medenîya bidest milîşyayêt ser bi hikumeta Sudanê dest li devera Darfur ya netena. Rêzdar Kozak got par dest û darê mafêt mirovan li Rusya xiraptir lêhatibû.

XS
SM
MD
LG