Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû milîtanên Kurd îro li başûra rojhelata Tirkya hatine kuştin - 2005-03-04


Hêzên tenahîya Tirkî dû serhildayên Kurd kuştin li demê pêkdadanekê li devera çîyay ya başûra rojhelat.

Karbidstên leşkerî dibêjin ew pêkdadan îro heynê li parêzgeha Şernexê qewimî li nêzîk tuxubê Iraqê.

Ofîsa fermandarê Şernexê gote ajansa dangubasên Reuters ku ew herdû zelamên hatîne kuştin we bawer heye milîtên Patîya Kargerên Kurdistanê ne, ku ya berbend kirîye û herwesa bi PKK û Kongra-Gel tête nasîn.

Pêkdadanên cuda cuda li nav bera hêzên tenahîya Tirkî û cudaxwazên Kurd zêdebuyne ewey demê serheldayan agir-besta yêk-alî, ku 5 salan berdewambû li meha 6 ya borî bi dumahî îna jiber ku hikumet qayil nebu ligel wan danustandina li ser rêkeftineka aştîyê biket.

Pitirî 30000 kes ewey sala 1984 ê hatîne kuştin, ewey demê serheldayên Kurd dest pêkirîne bo bidestve înana otonomîyê şerê hikumetê biken.

XS
SM
MD
LG