Lînkên eksesibilîtî

Bi hizaran behîdar li Îtalya pişikdarî di behya rêzdar Nicole Calipdari da kirin.  - 2005-03-07


Bi hizaran behîdar pişikdarî li behya rêzdar Nicola Calipari kir demê sindirîka wî birîye dêreka tejî mirov û kabanîya wî û dû zarokên wî li tenîşt ruînişt bûn.

Serok Wezîrê Italya digel karbidestêt mezin pişikdarî di rêû resmê behîyê da kir herwesa balwêzê Emerîkî li Italya pişkdar bû. Ofîsa Serok wezîrê Italya behsê rêzdar Calipari kir û got mirovekê rijt û zanabû û karê xwe bi zîrekî û çelengî dikir.

Roja heynî rêzdar Calipari hatbibû kuştin demê hêzêt Emerîkî teqe li otumbêla wî kirî demê berev firîngeha Bexda diçû bo gehandina rojnamevana Îtalî Giuliana Sgrena piştî ku xirapkaran li Iraqê yêk heftîye kirye rehîn. Ew bi xwe hatibû biryndar kirin.

Rojnamevana Îtalî hêzêt Emerîkî berpirsyar diken ku bi mebest otumbêla wê kirbû armanc çunkî Îtalya pare dabune revankaran beramberî berdana wê.

XS
SM
MD
LG