Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştevanêt Surya li Beyrutê xwenîşandanê diken - 2005-03-08


Evro xwenîşandanên ser bi Surya li Beyrut yê pişikdarîyê di xwenîşandaneka berfireh da diken ku ji alîyê desteya milîtan ya Libnanî, Hezbollah, hatîye rêkxistin.

Komela Şî’e ya ser bi Surya dibêjit mebesta wê xwenîşandanê dyar kirina piştevanîyê li Dîmeşqêye, û bo nerazîbûnê ya ew dibêjitê mayî têkirina rojava li karubarêt Libnanê.

Cihê wê xwenîşandanê tinê çend avahîyan ji cihê xwenîşandanên li dijî Surya duîre ku ewey demê kuştina serok wezîrê berê yê Libnanê Refîq el-Herîrî dihêne kirin.

Komela Hezbollah xwenîşandanê diket rojekê piştî rêbêrên Surya û Libnanê li jêr sengî û fişara navnetewey ragehandî ku heta dumahîya vê mehê dê hêzêt Surya bo tuxubî dê hêne vekêşan. Eve nêzîkî 30 salane ku hêzêt Surya yêt li Libnanê.

Hezbollah, ku ji alîyê Waşintonve bi desteyeka tîrorîst dihête nasîn, harîkarîyêt civakî bo xelkê Libenanê diket ku hikumet naket.

XS
SM
MD
LG