Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportên ji bakurê Libnanê dibêjin ku hêzên Surîye bi temamî ji herêmê kişîyane. - 2005-03-11


Raportên ji bakurê Libnanê dibêjin ku hêzên Surîye’ê bi temamî ji heremê kişîyane.

Raport dibêjin ku ji sala 1976’an ve, ku hêzên Surî ketibun Libnanê, heta îro ev cara ewil e ku bi hezaran leşker ji wezifeya xwe yî li bakurê Libnanê hatine kişandin.

Hêjî nediyare ka ji sîxwirên dezgehên agahdarîya Surî ewê çend kes li heremê bimînin. Ji bo hêz kişandina li herêmê tu daxuyanîyeke fermi nehatîye belav kirin.

Ev agahî gihîşt dest, dema ku ji Netewên Yekgirtî nunerekî dîplomatîk amadeyîya çuna Surî ji bo guftugoên li ser mayî têkirina Surî’ya bi leşkerî li Libnanê.

Terje Roed-Larsen, nunerê Netewên Yêkgirtî li herêma rojhelata naverast dibêje ku ew ji serokê Surî Beşer El Esad hîvî dikin ku jibo kişandina hêzên xwe demekê dîyar bike.

Îro -roja înê, di rojnama Wahington Post’êde dibêje ku, nunerê dîplomatîk gotîye wê Surî têkeve bin sizayên sîyasî u aborî eger zu hemu hêzên xwe ji heremê nekşîne.

XS
SM
MD
LG