Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muxaberatêt Surî ji ofîsêt xwe li paytextê Libnanê yê derdikevin - 2005-03-15


Rojekê piştî xwenîşandana mezin li Beyrut hatîye kirin jibo bidumahî înana hebuna hêzêt Surî li Libnanê, muxaberatêt Surî ji ofîsêt xwe li paytextê Libnanê yê diderkevin.

Xwenîşandana dijî Surya ku roja duşembî li Beyrutê hatiye kirin dibêjit mezintirîn xwenîşandan buye ewey kuştina serok wezîrê berê Refîq el-Herîrî berî heyvekê.

Rikeberîya Libnanî ya Dîmeşqê û hikumeta Beyrutê ya ser bi Surya bo wê kuştinê binaskar diken, lê her dû hikumet Inkar û mandel dikin ku wan dest têdabit.

Li heman dem, îro çend hizar xwenîşanderêt ser bi Surya berev balwêzxana Emerîka li Beyrutê xwenîşandan kirin. Xwenîşanderan ku Waşinton xetabar kir bi mayîtêkirinê di karubarêt navxwe yêt Libnanê da jiber percanêt polîsa danayn neşyan derbazî balwêzxana Emerîkî bibin.

Bi alîyekê dîve, serokê Misrî Husnî Mubarek îro ji nîşkêve ço seredana Dîmeşqê bo danustandina digel serokê Surî Beşar el-Esed ku dyplomat dibêjin danustandinêt wan bara pitir dê li ser vekêşana hêzêt Surî bin.

Seraya Sipî kiryara dest pêkirina vekêşana hêzêt Surî bi pêngavêt baş dane nasîn lê daxaza xwe dubare kireve ku berî helbijartinêt Libnanê li heyva 5 gulanê hemî hêzêt Surî bêne vekêşan.

XS
SM
MD
LG