Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve ya Emerîkî bo danustandinan li Pakistanêye  - 2005-03-16


Wezîra Derve ya Emerîkî xanim Condoleezza Rice li Pakistanêye bo danustandina digel serok Pervêz Muşeref û karbidestên mezin yên welatî. Berî seredana Pakistanê, û li New Delhi xanim Rice got çi nexşeyên bilez nînin bo firotina firokên F-16 nejibo Hindistanê û ne Pakistanê. Pakistan dibêje ew firoke dê alîkarîyê bikin li şerê dijî tîrorê belê New Delhi dibêje renge ew dijî Hindistanê bêne bikar înan. Xanim Rice pesna Hindistan û Pakistanê da jibo pêvajoya danustandinên aştîyê. Wê careka dî dijatîya Emerîka dyar kir jibo rakêşana luleka gazê ji Iranê bo Hindistanê di Pakistanêre. Berî seredana Pakistanê, wezîra derve ya Emerîkî li Hindistanê miştumir digel karbidestan kir sebaret pirsên berevanîya herêmê û ihtîmala firotina firokên şerî yên Emerîkî jibo Pakistanê.

XS
SM
MD
LG