Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kofi Annan dibêjit we bawer dikit Surya jiberî helbijartinêt perlemanî yêt Libnanê li meha pênc hêzêt xwe bi temamî ji wî welatî vekêşit. - 2005-03-17


Sikirtêrê Giştî yê Netewêt Yêkgirtî Kofi Annan dibêjit we bawer dikit Surya bi temamî hêzêt xwe ji Libnanê vekêşit jiberî helbijartinêt perlemanî li meha pênc bêne encam dan.

Rêzdar Annan îro pênçşembî li New York axiht piştî kombunekê ligel nunerê xwe yê taybet li rojhelata naverast, Terje Roed-Larsen. Rêzdar Larsen li heftîya borî ligel serokê Surya Bashar al-Assad kombû.

Li Libnanê karbidestêt leşkerî dibêjin hêzêt Surya û karmendêt muxaberata Surya xwe yêt vekêşane bo ser tuxubêt Surya. Kabidest tenahîyê ji herdû hikumeta dê li 7 î meha çar civînekê girêden da nexên vekêşana temamî ji wî welatî danên.

Li heman dem, ajansa ragehandina Reuters ji zarê rêberê oposizyona Libnanî Welid Jumbalatt dibêjit oposizyon pişikdarîyê di hikumeta yêkgirtî da naken ku serok wezîr Omar Karami daxazê diket heke Serokê Libnanê Emile Lahoud yê ser bi Suryave her li ser desthelatê bimînit.

Rêzdar Jumblatt hikumeta Lahoud bi peqîna meha borî tawanbar diket ku têda serok wezîrê berê Rafik Hariri hate kuştin. Herdû hikumet wê haşa û mandel diken.

XS
SM
MD
LG