Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kofi Annan dê îro bi resmî raportekê det li ser guhorînêt serekî di Netewêt Yêkgirtîda - 2005-03-21


Yêk ji guhorînêt ku dê rêzdar Annan pêşnyaz ket demê gutarekê bo Civata Giştî dixwînit ewe ku civat bête berfireh kirin û bibîte pitir ji 15 endam. Heke Civata Tenahîyê bête berfireh kirin renge Hidistan, Berazîl, Elmanya û Japon jiawn welata bin ku dixazin bibine endamêt herdem yêt civatê.

Yêk ji pêşnyazêt dî ewe ku komeleka biçuktir ya mafêt mirovan bête pêk înan da cihê raspêrîya nukeya mafêt mirovan bigirit, çunkî rexne li raspêrîyê hatine girtin ku rêk daye hidek endamêt raspêrîyê endamîya xwe bikar bînin da xwe ji nerazîbunê dijî şikandina mafêt mirovan li welatêt wan.

Di van salêt vê dumahîyê da daxaza guhorînkarîyê di Netewêt Yêkgirtîda zêde buye, nexasime piştî şermizarîya diravî di nav bernama neft bi xarinê dabû Iraqê.

XS
SM
MD
LG