Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington biryara xwe yî li ser viza ya 'modî' naguherîne. - 2005-03-21


Welatên Yekgirtî yên Emerîka, li ser biryara xwe yî ku vîsa nede rêberê tundrê yê Hîndu, Narendra Modî xweyî derdikeve u ev jî bu eger Hindistan rexneyan li biryara Washington’ê bigre.

Balyozê Emerîka li Hindistan’ê David Mulford gote ku Birêz Modî,di wê lîstêdeye ku nabe vîsaê bidine karbidestên hukumetên bîyanî ku bi tundî zêdegavî li ser azadîya olî dikin.

Wezîrê dewletê Modî, endamê partîyeke neteweperest yê Hîndu ye ku bi nave Baharatîya Janata Party’ye u di sala 2002’an de dema ku tevgerek li dijî Misilmana li Gujarat’ê çêbu bu, ew hatibu gunehbarkirin ji ber ku ewî ev tevger nedabu sekinandin.

Daxuyanî ya Balyoz Mulford hate belav kirin piştî bi du rojan ku Serok Wezîr Mammohan Sîngh riştî li Washington’ê kiribu ku biryara xwe biguherîne. Balyoz gote ku ev biryar ne li dijî BJP’ya Serok Wezîrê berê Atal Beharî Vajpayee ye ku di hilbijartina Gulan’a buhurî da ji desthilatê hatibu ladan.

XS
SM
MD
LG