Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Renge 1000 heta 2000 kesan li erdhejyana roja duşembî li Endunîzya miribin - 2005-03-29


Hinartina kelupelêt dermanî yêt demu dest bi firokan gehîştine girava Nias ya Edunîzî li nêzîkî navenda erdhejyana roja duşembî.

Karbidestêt Edunîzî dibêjin hatîye pişt rast kirin ku pitir ji 330 kesa hatîne kuştin piştî erdhejyanê li bakura Somatra dabû ku hêza wê 8.7 bû li duîv pîvana rêxter. lê tirsa hey hejmara mirîyan 10 cara pitir bît.

Dû firokêt biçuk ku kelupel û karbidestêt komela xaça sor veguhast li girava Nias û li Simeulue ya cîran hatine xarê.

Cêgirê serokê Endunîzya gotîye radyoyeka xwecihî renge 1000 heta 2000 kes li wê erdhejyanê miribin.

Karbidest dibêjin renge %80 ji bajarê Gunungsitoli li girava Nias wêrab bit.

XS
SM
MD
LG