Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çaverê tête kirin raspêrîya vekolînê li ser bernama Neft bi Xarinê ya netewêt yêkgirtî bo Iraqê raportekê belav biket - 2005-03-29


Çaverê tête kirin raspêrîya vekolînê li ser bernama Neft bi Xarinê ya netewêt yêkgirtî bo Iraqê raportekê belav biket û bi tundî rexna li Bawer Pêkerê Giştî yê Netewêt Yêkgirtî Kofi Annan bigirit ku pîte bi ihtîmala berjewendîya Kurê wî di wê bernamê da nekirbû. Raspêrîya Volcker ku rêzdar Annanî danabû bo vekolînê li ser id'ayêt pare xarinê biryare îro raporta xwe ya duê belav biket.

Çend rojnama her ji nuke çend birkêt wê raportê belav kirîne. Jêder dibêjin raport dê rexna li bawer pêkerê giştî yê netwêt yêkgirtî girt ku guhê xwe nedaye têkelîyêt kurê wî Kojo Annan digel kempanyeka Swisrî ku bi egera ew kompanîye qontiratek wergirt bo zêrevanîyê li bernama neft bi xarinê.

Lê jêder herwesa dibêjin, rêzdar Annan bi xwe nahête tawanbar kirin ku çi xeletî kiribin.

XS
SM
MD
LG