Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Okranya daxazê ji Okranîyêt Emerîkî diket piştevanîya welatê xwe biken berev dymukrasîyet biçit - 2005-04-05


Serokê Okranya Vîktor Yoşçînko daxazê ji Okranîyêt Emerîkî diket piştevanîya welatê xwe biken berev dymukrasîyetê biçit.

Pêrgînîya qehremana li Rêzdar Yoşçînko hate kirin li bajarê Şîkago li Emerîka, ku li wêrê wî gutarek bo 1400 kesan xwand.

Gelek ji wê xelka li wêrê amede bun cilubergêt rengê pirteqalî diberdabun bo rêz girtin li ‘şoreş pirteqalî’ ku rêzdar Yoşçînko înate ser desthelatê.

Serokê nuî supasî ya Okranî yêt li Şîkago kir bo piştevanî kirinê li wî di helbijartinan da û got ew birayetî her ya pêtivîye.

Wî soz da ku hikumeta wî fesadê nahêlit û bazirganîya azad dê dirust ket û rêke det azadîya ra û hizira hebit.

Li demekê zutir, rêzdar Yoşçînko ligel serok Bush kom bibû, ku soz daye harîkarîya Okranya biket peywendîyêt xwe ligel Ewrupa baş biket û guhorînkarîyêt dymukrasî lê bihêne kirin.

Rêzdar Yoşçînko îro sêşembî ço bajarê Boston. Û li roja çarşembî dê gutarekê bo Kongirêsê Emerîkî xwînit.

XS
SM
MD
LG