Polîs li Keşmîra jêr destê Hindistanê dibêje peqîneka ser rêka, yekem otubusa di nav bera herdû pişkên keşmîrê 7 kes biryndar kirin.
Eve cara yêkêye di demê 60 salan de hatinûçona otubusên nefera di nav bera herdû pişkên Keşmîrê dijêr desthelata Hindistanê û Pakistanê dest pê kirîneve.
Polîsan got ew bomb îro sêşembî peqî li gundekî bakura Srînagar demekê kurt piştî polîsan dû bumbên ser rêkê bi selametî pûç kirîn.
Peqîna li herêma zêde parastî dû roja bû piştî vekirina rêka nav bera paytextên herdû pişkên Keşmîrê Srînagar û muzefer Abad.
Kesê berpirsyarîya xwe ji peqînê ranegehandîye belê komelên cudahî xwazên dijî Hindistanê çend cara huşdarî dane Keşmîrîyan li wan pasa swar nebin.