Hindistan û Çîn rêkeftinê li ser pêk înana dostanîyeka sitratîjî jibo aştîyê û pêşvebirinê û rêkeftina xwe bi mor kirina jimareka peymana bi dawî îna. Yêk ji peymana bi mebesta tenahîyê û aramîya sinuraye ku eve dehan sale kêşe û girift li ser hene. Ew rêkeftin îro duşembî li New Delhi hatin mor kirin di nav bera serek wezîr Manmohan Singh û hevberê wî Wen Jiabao.