Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ihtîmale li dest pêka sala bêt bi dehan hizar serbazêt Emerîkî ji Iraqê bihêne vekêşan - 2005-04-11


Raportêt deng û basa dibêjin wezareta berevanîya Emerîka ihtîmale li dest pêka sala bêt bi dehan hizar serbazêt xwe ji Iraqê vekêşit.

Telefizyona CNN û rojnama the New York Times dibêjit qomandarêt Emerîkî yê hizrê di kêm kirina hejmara serbazan da diken jiber pêşveçona di hî û fêr kirina serbazên iraqî da dihête kirin û herwesa kêm buna xirapkarîyê.

Ew raport dibêjin hejmara hêzêt Emerîkî li Iraqê ihtîmale bibîte 105000 ku dê nêzîkî 37000 serbaz ji hejmara serbazêt nuha li Iraqêne kêmtir bît.

Ew dibêjit hejmara serbazan û demê vekêşana wan li ser rewşa tenahî ya wî welatî dê rawestit, û herwesa li ser daxaza hikumeta Iraqî ya nuî û pêşveçonêt hî û fêr kirina hêzêt Iraqî.

XS
SM
MD
LG