Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok-Komarê Tirkiyê çû Sûriyê - 2005-04-13


Serok-komarê Tirkiyê Ahmet Necdet Sezer ji bo ku hin hevdîtinên fermî pêk bîne çû serdana Sûriyeyê. Sezer berî ku bi rê keve li balafirgeha Esenboğayê civîneke çapmeniyê li dar xist. Sezer di civînê diyar kir ku li ser vexwendina serok-dewletê Sûriyê, Beşar Esad diçe wî welatî û ev serdana wekî bersiva serdana Tirkiye ya Beşar Esad e ya ku 13 rêbendana 2004'an de pêk hatibû. Sezer wekî din anî zimên ku armanca van serdanan bi pêş xistina têkiliya her du welatan e.

Serdana Şamê ya Sezer ku bûbû egera nerazîbûna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê dest pê kir. Sezer ku digel xanima xwe Semra Sezer çûbû Şamê ji aliyê gelek wezîran ve, ku wezîrê karên derve yê Sûriyê Faruk El-Şara jî tê de bû, hat pêşwazî kirin.

Sezer digel Serok-dewletê Sûriyê Beşar Esad re hat cem hev û piştî hevdîtinê civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Esad diyar kir ku ew û Tirkiye di derbarê parastina yekpare bûna axa Îraqê de xwedî heman fikr û dîtinê ne. Esad wekî din anî zimên ku ew û Tirkiye li hev dikin ku Îsraîl bi ya biryarên Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike, û ji axên dagirtî vekişe. Û bila ji bo avakirina Fîlistîneke serbixwe jî zemînek were çêkirin.

Esad wekî din diyar kir ku "bi vê serlêdanê têkiliya wan her du welatên bira wê pêş keve û têkiliyên wan ên di qadên siyasî, aborî, û çandî de asteke baş de ne. Û ew jî ji ber vê yekê kêfxweş in. Di civînê de Sezer jî axivî û got: di hevdîtinê de meseleyên Îraqê û li hev nekirina Filistin û Îsraîlê de peyivîne û ewê di nav hewldanan de bin ku yekîtiya netewî ya Lubnanê bê parastin. Sezer wekî din diyar ku ev serdan wê di xizmeta pêşketin, aştiya herêmî û seqemgirtinê de be. Û Sezer peyamek da Sûriyê ku li gor hêviyên raya giştî ya navneteweyî tev bigere. Û sezer diyar kir ku qewla Beşar Esad ve, sûrî ewê heta dawiya vê mehê ji Lubnanê vekişe.

Serdana Sezer, di çapemeniya Sûriyê de jî bi awayekî berfireh cih girt. Hemû rojnameyên sûrî pesnê Sezer didan ku li dij helwesta DYA'yê ber xwe daye, û hatiye welêt.

Rojnameya fermî ya bi navê Teşrîn, sernavê "Sezer li welatê xwe yê duyemîn e" çap bû, û serdana Sezer a li hember nerazîbûna DYA pêk dihat, wek gaveke wêrek bi nav kir. Rojnameya Baasê nivîsibû ku serdan wê têkiliyên navbera du welatan bi hêztir bike. Serdana Sezer di çapemeniya biyanî de jî bi berfirehî cih girt. Ajansa nûçeyan a Reutersê bi sernava "Serok-komarê Tirk li hember nerazî bûna DYA, çû serdana Sûriyê" nûçe belav kir.

_________________________________________________________________

XS
SM
MD
LG