Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok-Komarê Tirkiyê çû Sûriyê - 2005-04-13


Serok-komarê Tirkiyê Ahmet Necdet Sezer li seredaneke fermî peyamek da Sûriyeyê ku li gor hêviyên raya giştî ya navneteweyî tev bigere.

Sezer li roja charşembi li Şamê digel Serokê Surîye Bişar Esed'î kombu u piştî hevdîtinê got ev serdan wê di xizmeta pêşketin, aştîya herêmî û seqemgirtinê de be. Serokê Tirk diyar kir ku Beşar Esadi jêra gotiye ku Sûrîye, dê heta dawiya vê mehê leşkerê xwe ji Lubnanê vekişe. Serokê Tirkiyeyê got ewê hewl bidin ku yekîtiya netewî ya Lubnanê bê parastin u ew her wesa di hevdîtinê de bi pirsên linav Filistin û Îsraîlê u Îraqê peyivîne.

Serokê Sûriyê Beşar Esadî, piştî hevdîtina bi Sezer ra diyar kir ku ew û Tirkiye di derbarê parastina yekitêya erdê Îraqê dê hevbîr in.

Esad anî zimên ku ew û Tirkiye pevra dixwazin ku Îsraîl bi ya biryarên Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bike, û xwe ji erdê dagirkirî vekişe u bila ji bo avakirina Fîlistîneke serbixwe bingeh were danan.

Esad wekî din diyar kir ku "Bi vê serlêdanê têkiliya wan her du welatên bira wê pêş bikeve û têkiliyên wan ên di warên siyasî, aborî, û çandî li ser rêyeke baş in".

Serdana Sezer, di çapemeniya Sûriyê de jî bi awayekî berfireh cih girt. Hemû rojnameyên Sûrî pesna Sezer dida ku li dijî helwesta Amerikayê ber xwe daye, û hatiye welêt.

Rojnameya fermî ya bi navê Teşrîn got "Sezer li welatê xwe yê duyemîn e." û serdana Sezer a li hember nerazîbûna DYA wek gaveke wêrek bi nav kir. Bi gotina rojnameya Partîya Baasê ew serdan wê têkiliyên navbera du welatan bi hêztir bike.

XS
SM
MD
LG