Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Turkya bi rengekê fermî pêşnyaza damezrandina raspêrîyeka hevpişk ligel Ermînya kirye - 2005-04-13


Turkya bi rengekê fermî pêşnyaza damezrandina raspêrîyeka hevpişk ligel Ermînya kirye da lêvekolînê di wan idî’ên dehan salan biket ku dibêjin Turkyê li demê şerê cîhanî ya yêkê qirkirina giştî dijî Ermenîyan kirye.

Wezîrê Derve yê Turkya Abdulla Gul îro çarşembî ew pêşnyaz eşkera kir li demê kombuneka taybet ya perlemanî. Wî got ew daxaz di nameyekê da bû ji Serok Wezîrê Turkya Recep Tayyip Erdogan bo Serokê Armînya Robert Kocharian û got Ankara ya li hivya bersiva wî.

Turkya red kirye çi peywendî yên diplomasî ligel Ermînya hebît jiber bizava Ermînya bo bidestve înana pênasîna navnetewy ku kuştina bikomel ya ku li şerê cîhanî ya yêkê biser Ermînîyan kiribûn bête hejmartin weka qirkirina giştî.

Ermînya dibêjit 1.5 milyon Ermenî ji alîyê Turkan ve hatine kuştin li salên dawîyê li ser demê imbiratorîya Osmanî jiberî 90 sala.

Lê Turkya dibêjit 300,000 Ermenî û bi hizaran Turk hatine kuştin li demê serhildana Ermenîyan ya bi piştevanya Rusya hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG