Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Raporta Pêşvebirina rewşa Mirovên Ereb.  - 2005-04-15


Raporta siyê ya pêşvebirina rewşa mirovên ereb yakû Netewên Yêkgirtî lê xwedî derkeftî û ji alîyê komeleka rewşenbyên erebve hatî nivîsandin dibêje hikumetên ereb nekarîye hîvî û omîdên gelên xwe jibo pêşvebirina tenahî û azadîyê cê bi cê bikin.

Heta ew hikumet sernekeftinên xwe rast biken raport daxwaza bilez êxistina rîformên dymukratîk dike bi taybet ew rîformên dibine egera bihêz kirin û bincih kirina dezgehên azadîxwaz.

Sinurdar kirina pawan kirina desthelatê ji alîyê birêveberên hikumetanve li piranîya welatên erebî û herwesa misoger kirina dadwerîyeka serbixwe û azadîya axaftinê.

Bi alîyekê dîve ew raport rexneyê li rêbaza derveya Emerîka digire sebaret şerê Iraqê û kêşeya Israelî û Felestînîyan. Peyvdarê Wezareta derve ya Emerîka Richard Boucher got Emerîka bi çavekê baş berê xwe didet raportê eger cî nehevbîre digel hemû encamên wê.

Peyvdarê wezareta derve ya Emerîkî dibêjit " ez id'a nakin emê hemû tiştê di raportêde hatî pesend bikin, belê dema em li rastîya pirs girêka binêrin û rengê çareser kirina wan û vê erkê bo nas kirin û dest nîşan kirina astingehên li pêş pêşveçonê li cîhana erebî û ew karê bêt kirin bo ryform û guherîna di cîhana erebî de, em bawer dikin raportê dest pêşxerîya gelek giring kirye û em bi hîvîne pêdaçonê pêde bikîn."

Tevî jêk negirtinan belê nivîskarên raporta pêşveçona rewşa mirovên ereb û welatên yêkgirtîyên Emerîka hevbîrin ku welatên erebî pêtivî bi dymukrasîyetê heye. Serok Bush got pêşveçona hîvîyan li rojhelata naverast pêtivî bi hizir û bîr kirineka nuî li herêmê heye.

Wî got jî ji nuha de divêt ruhin û aşkera be ku hikumetên nedymukrat nerêbazeka başe jibo paşerojê.

Raporta pêşvebirina rewşa mirovan pêşnyaza encamên xirap dike li ser hikumetên erebî eger nuha karekê nekin. Raport huşdarîyê dide ku li demê nebuna mîkanîzmeka karîger û bi aştî bo peyda kirina wek hevîyê û bijareyên siyasî renge hindek rêkên nerazî buyên tundutîj bigirine ber û bê seruberî li nav welatan peyada be.

Raport dibêjit renge eve bibe egera şoreşên ne rêkxistî û zorê bikin li veguhastina desthelatê li welatên erebî.

Evca ev renge veguhastina desthelata bi rêkên tundutîjî û alozkarîya gerentîya hikumê rejêmên serkeftin nake. Yêkem raporta pêşvebirina rewşa mirovên ereb li sala 2002 behsê astengan li pêş geşekirina rojhelata naverast dikir.

Ji wana nebuna azadîyê û bê desthelatdarîya jinan. Raporta duwê jî behsekê kuîr û duîre dike sebaret nizim buna pileya zanyarîyan li vê herêmê. Ev raport gelek behsa pêşnyazên çarçovekê dike bo dostanîya Emerîka digel rojhelata naverast.

( Ev gutare bîr û boçûnêt hikumeta Welatêt Yêkgirtî yêt Emerîkaye.)

XS
SM
MD
LG