Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Kenarî didane Fîlî dest bi danustandina kir digel girûpên serekî bo bi dumahî înana şerê navxweyê dû salan - 2005-04-18


Serokê Kenarî didane Fîlî Laurent Gbagbo dû heftîyên danustandina digel girûpên serekî vekirin bo şirovekirina dawîtirîn peymana aştîyê bo bi dumahî înana şerê navxweyê dû salan.

Rêzdar Gbagbo dê şêrwan peywendîyê bi komelên jina, serok eşîreta,n yêketîyên bazirganî, endamên perleman û leşkerî bike.

Li dest pêka vê mehê serokî dawîtirîn peymana aştîyê mor kir bi navberîya Efrîka ya başûr digel serhelday û rikaberên bo vejandina piroseyê ragirtîyê aştîyê li Kenarê didane Fîlî.

Hikumet û serhilday rêkeftin şerî ragirin milytana ji çek bikin û helbijartinên serokatîyê li meha deh bikin.

Pirsa helbijartinên serokatîyê yêk bû ji miştumiran digel navnerîyan û serokê Efrîka ya başûr Thabo Mbeki ku pêşnyaz kir rêberekê rikaberê maf hebe xwe kandîd bike bo helbijartinên serokatîyê.

XS
SM
MD
LG