Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Condoleezza Rice gehîşte Lithuania bo kombunê ligel wezîrêt derve yêt NATO - 2005-04-20


Wezîra derve ya Emerîka Condoleezza Rice gehîşte Lithuania bo kombunekê ligel wezîrêt derve yêt NATO piştî bidumahî înana seredana dû rojî bo Rusya, ku li wêrê rijdî li ser wî welatî dikir dymukrasîyetê li wî welatî pêşvebibin.

Rêzdar Rice îro çarşembî piştî Mosko seredana Vilnius kir, ku li Kirimlin wê kombun ligel serokê Rusya Vladimir Putin girêdan.

Rêveberê Rusya got ew û rêzdar Rice li ser hindek babetên navbera herdû welatan û hindekên navnetewey axiftin.

Li demekê zuîtir li wê rojê, rêzdar Rice gote radîyoya Rusî ku Mosko "hevalbendeka sitratîjî" ye li meselên navneteweyî, wekû rojhelata naverat, Belkan, û şerê dijî tîrorîzmê.

XS
SM
MD
LG