Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rice u Cheney, rijdyê dikin ji bo astengên sîyasî li Îraq'ê bi dawî bên.  - 2005-04-25


Raporteke belavbuyî dibêje; hukumeta serok Bush'î, pesnê rêberên Iraqî dike ji bo bi dawî înana cudahîyên xweyê sîyasî u pêk anîna hukumeteka nu.

Rojnama New York Times'ê dibêje ku wezîra derve ya Emerika, Condoleezza Rice, roja înê bi telefonê di gel serokê Iraqê Celal Telebanî axiftîye, bo handana hindê ku çendî zutir hukumetê damezirînin.

Rojname dibêje xanim Rice u cîgirê Serokî Dick Chaney, heman peyam, gihandin cîgirê serokê Iraq'ê Adil Ebdul Mehdî li kom bunekê li Sera Spî.

Karbidestên Emerîkî gelek caran gotine ku lazime Îraqî, bêy bi têkilî kirina Emerîkîyan hukumeta xwe ava bikin.

Belê herçiqas ji roja hilbijartinê heta îro ev sê meh buhurîbe jî, xebata ji bo avakirina hukumetê li Bexda'yê têk çuye. Gelek Îraqî ji bo zêdebuna tundîyên dawî, lihevketinên sîyasî gunehbar dikin.

XS
SM
MD
LG