Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Emerîkî, leşkerên ku têklîya wan bi kuştina karmendekî Îtalî hebu, beraet kirin - 2005-04-26


Karbidestên leşkerên Emerîkî dibêjin ku vekolîna wan î li ser kuştina karmendekî agahîyê yê Îtalî ku bi destê serbazên Emerîkî li Bexda’yê hatibu kuştin, bi dumahî hat.

Raporta vekolînê dibêje ku tiştekî xelet nekirye. Karbidest behsa destudarê wê serpêhatîyê dikin. Lê Îtalya hevbîr nîne li ser jimareke alîyên raportê.

Serhatîya 4’ê meha sê’ye –Adarê bu egera miştumirreke germ li Îtalya. Ew karmendê Îtalî hate kuştin demê di nav otomobîlekê de bu ber bi firîngeha Bexda diçu, da rojnamevana Îtalî Giuliana Sgrena ku ji alîyê xirabkaran ve hatibu berdan, bi silametî bigîntehe firîngerhê.

Karbidestên Emrîkî dibêjin ew otomobîl, demê nêzîkî nuqta vekolînî buy gellek xweş diçu u guh neda huşdarîyên hêzên Emrîkî.

Heke bixwazî guh bidî vê nuçeyê ji dengê hevkar Xelef Zebarî've,li jorê pêl nivîsa rengê şîn(ya ku dibê NuceStreamRealAudio) bike

XS
SM
MD
LG