Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber êrîşên ji her alîyê Îraq’ê ve, bikêmî 25  kes hatine kuştin - 2005-04-29


Xirabkar li her alîyê Îraq’ê bi êrîşan bun sebebê mirina bi kêmî 25 kes u birîndarbuna 93 kesan.

Karbidest li Bexda’yê dibêjin ku 10 otomobîlên bimbebarkirî li hawîrdorê paytextê bi xwe teqandinê îro (roja Înê) bun sebebê mirina 23 kesan ku bi gişkî lêşkerên Îraqî u pasvanên netewî bune.

Ji alî din ve li Besra u bajarekî Kurda, li Erbîl’ê êrîşê xirabkaran bi kêmî du kesan kuştin, ku yek ji wan pisporekî bimbeyan bu; yê dikir ku bimbeyek li kêleka rê ji hev vekira.

Di vê nave de di mesajeke dengî de, ya ku dîyare ji alî milîtanê li Îraq’ê herî xwestî u grêdayî El-Qaîde ye, Ebu Mus’ab El Zerqawî’ve hatîye dagirtin ji alîkarên xwe re dibêje ku êrîşên xwe yî li ser hêzên Emrîkî zêde bikin. Dengê li ser teybê sererast geftî li serok Bush dike ku komên alîgirên wî heta ku hêzên Emerîkî di nav welatde bimînin ew dê neseknin.

Ev pêla hêrîşên mirovkuj piştî parlamana Îraq'ê hukumeta nu ya serokwezîr Îbrahîm El-Caferî qebul kiribu bi rojekê pêk hatin. Roja Sêşemê ji alî endamên vê hukumetê ve ew dê sond bê xwarin.

XS
SM
MD
LG