Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di hêrîşên nu de, li Bexdayê, 20 kes hatine kuştin - 2005-05-05


Dîsa îro roja Pêncşemê, polîs u leşkerên nu yên Îraqê, bun qurban, di sê hêrîşên xirabkaran de, ku di encama van hêrîşan de, li Bexdayê 20 kes hatine kuştin

Di navenda paytextê de, mirovekî xwekuj, yê bimbebarkirî, li cîhê ku kes navê xwe jibo leşkerîyê didin nivîsandin xwe teqand; bi kêmî 13 kes kuşt u gelekan jî birîndar kir.

Hêrîşeke din ya bi vî awayî dîsa roja Çarşemê li bakur li bajarekî Kurdan,li Erbîlê pêk hat u di encamêde 60 kes hatin kuştin.

Li Bexdayê li cihek din, xirabkar du cemseyên polîsan bose kirin u 9 karbidest kuştin. Di hêrîşeke din de jî otomobêleke bimbebarkirî bi mebesta kuştina karbidestekî wezîrê hundurîn xwe teqand u bu sebeba mirina nobetdarekî.

Di nav vê demê de karbidestên Îraqî dibêjin di demek nêzde ew, her pênc wezîfeyên ji bo wezaretan, u du cîgirên wezaretan, ku vala mabun, dê bête dagirtin bo temamkirina damezirandina hukumeta nu.

XS
SM
MD
LG