Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Hemas, berhingarî tevgera Feth ya desthilatdar dibe - 2005-05-06


Desteya çekdar ya Hemas, gefeka sîyasî ya giran e bi ser tevgera Fetha desthilatdar, piştî ku li hilbihjartinên destpêkê li çendîn deverê Felestînê bizavên micid yên hilbijartinê kirin.

Îro Înê li duv re rêwergirtinên berahîyê we xuya dibe ku desteya Hemas bi kêmî ve li 24 civatên navxweyî li Kenarê Rojava u devera Xezze deng bi destre anî bin.

Li piranîya berîkanan bajêran ji wan Reffeh, Beytil Lehem u Qalqîlya ev desteya radîkal li berahîyê rawestane.

Desteya Feth, bi rêveberîya serok Mehmud Ebbas, kontrola 58 ji 84 civatên ku dengê xwe dayîne deng bi destve anîne.

Desteya Hemas, encamên rêwergirtina îro red dike u dibêje li 34 civatan deng bi dest ve anîye.

Tevgerîya Feth daxwaz kiriye carek din jimartina dengan li devera Reffeh u kempa penaberên Bureij bête kirin.

XS
SM
MD
LG