Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi teqînên xwekuj li çar alîyê Îraqê, zêdeyî 60 kes hatine kuştin - 2005-05-11


Polîsên Îraqê dibêjin, bi bimbeyên xwekujan li çar alî welatê wan 60 kes hatine kuştin u 100 kes jî birîndar bune.

Polîs dibê îro roja Çarşemê li bakurê Hawîcayê xirbakarek bi wan kesan re yên ku nave xwe didan nivîsandindin bo bibin polis u leşker, ketîye dorê u xwe teqandîye di dawîyê de tevî xwe 30 kesan kuştîye.

Li Tikrîtê, li bakurê Bexdayê li bazarekê bi kêmî 28 kes bi xwe teqandina otomobîleke bimbebarkirî hatine kuştin ku piştî polis desturê nedabunê ku xwe bigihîjîne avahîya polîsan.

Sê kes jî li Bexdayê dîsa bi xwe teqandineke otomobîleke bimbebarkirî hatine kuştin ku yek ji wan teqînan li derveyê avahîya polîsan li Dorayê u ya din jî li rojhilata vî bajarî, nêzîkî bingehê polîsan bu.

Di nav vê demê de bi sedan marînên Emerîkî li rojavayê El Enbarê li dijî xirabkar u piştgirên Ebu Musab El Zerqawî hêrîşên giran dimeşînin.

Kesekî çekdar jî şehreyarê herêmê revand jibo bi vê revandinê ew karibin şerr biseknînin.

XS
SM
MD
LG