Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji sê alîyên Yekîtîya Ewrupayê, şîret li Îranê tê kirin jibo encamên karê wê ya Navokî - 2005-05-12


Fransa, Almaya u Britanya ji Îranê re dibêjin heke ew berdewama dewlemend kirina uraniumê bike dê mecbur bimîne ku hesaba bide Civata Tenahîya Netewên Yekgirtî. Tirsa Emerîka ewe ku dewlemend kirina uranyumê ji bo çêkirina sutemanî ango êzingan bi kêr tê, ku di çêkirina bimbeyên navokî de tê bi kar anîn.

Di nameyekê de wezîrê derve yên van her sê welatan dibêjine peyivdarê ji bo danustendinan bi Îranê re, Hasan Rohanî , ku ew dê dev ji danustendinên bi Tehran re berdin u dê bi ya Emerîka bikin ku vê dawê bînin pêşîya Civata Tenahîyê.

Ewrupî ev bun çend meh ku danustendinan bi Tehranê re dikin da ku van miştumirên li ser bernama navokî ya Îranê xelas bibin.

Welatên Yekgirî yên Emerîka Îranê bi bidizî çêkirina çekên navokî gunehbar dike. Îran vê yekê qebul nake.

XS
SM
MD
LG