Piştî ku şerr di çaremîn mezin bajarê vî welatê Sovyeta kevn de derket, hêzên tenahîyê yên Uzbekistanê serhildayan ji avahîya hukumetê derxistin u xwenîşanderên dijî hukumetê jî, ji meydana navenda bajarê Endîcanê ajotin .
Tu agahîyên fermî bi dest neketine belê li gorî çavdêrîya hin kesan dibêjin, îro roja Înê piştî hêzên fermî gulle bi ser bi hezaran kesan de reşandin li navenda bajêr, bi kêmî yek kes hatîye kuştin. Di şerrê berî vê de jî bi kêmî 9 kes hatibun kuştin u 34 jî birîndar bubun.
Karbidest dibêjin ku ev tundîtî roja Pêncşemê dest pêkiribun dema ku serhildayan ji bo 23 bazirganê Îslamî yên ku di doza damezirandina komeke serçil debun ji zindanê xelas bikin.