Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya başur ji Koreya bakur re pêşnîyazeke nu pêşkêş kir ji bo dagere ser danustendinên ji bo pirsgirêka navokîyê  - 2005-05-16


Koreya başur soz dide Koreya bakur jibo pêşnîyazeke girîng bi şertê ku ew dagere ser danustendinên şeş alî li ser bê çek kirinan.

Îro, roja Duşemê di kombuna xwe ya piştî 10 mehan a yekem li bajarê Kaesong de karbidestên Koreya başur pêşnîyaza xwe pêşkêş kirin belê li serê bi duvedirêj ne axaftin.

Bakur hêj bersiva pirsên li ser pirsgirêka navokî nedaye belê ji başur daxwaza ziblê u xwarinê kirîye.

Ev axaftin dest pê kirin, piştî ku Emerîka u Japonya ji Koreya bakur re gotibun eger ew berdewamî ceribandinên navokî bikin ew dê wan ceza bikin.

Şêwirmendê Tenahîyê ya Netewî ya Dewletên Yekgirtî yên Emerîka Stephen Hadley roja Yekşemê got, ceribandinên navokî sebebeka li hevudu tuj bunê ye u bersiva vê yekê mecburîye ku bê daan.

Berî vê rêberê partîya hukumeta Japonya Shinzo Abe got, heke Koreya bakur berdewamî ceribandinên navokî bike, ew dê cezayên aborî yên Neteweyên Yekgitî bi ser wan ve bişînin.

XS
SM
MD
LG