Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karzayî xwe ji bo civîna bi Bush re amade dike - 2005-05-23


Serokê Efganistanê Hemîd Karzayî îro roja Duşemê li Washingtonê bi serok Bush re kom dibe û dibêje ku ew dê ji serokê Emerîkayê daxwaza kontroleke girantir jibo karên Efganî û operasyonên leşkerî bike.

Birêz Karzayî yê ku dê bi birêz Bush re li Sera Sipî kom bibe ji televzyona CNNê re roja Yekşemê got ku ew dixwaze her hêzên Emerîkî ku tevlî îşkencekirina girtîyan li Efganistanê bubin, bira bêne ceza kirin.

Serokê Efganî, bersiva rexne yên Emerîka dave li ser bernama wî ya dijî beng u muxadderan, û got ku wan ji sedî 30 xeşxaşa welatê xwe ji hole rakirine. Wî ji civata navnetewî xwest ku gelê Efgan gunehbar nekin lê şuna wê alîkarîya li dijî çandina beng u muxadderan , zêde bikin.

Di axaftina xwe da li Bostonê, roja Yekşemê birêz Karzayî bi şêweyeke geşbîn rewşa Efganistanê dîyar kir û got civata medenî dîsa geş buye û aborî gelek zû bipêş dikeve.

XS
SM
MD
LG