Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê hundurîn yê Îraqê birîndar buna Zerqawî pişterast kir


Wezîrê hundurîn yê Îraqê birîndar buna Zerqawî pişterast kir.

Wezîrê hundurîn yê Îraqê raporta li ser birîndar buna Zerqawî, milîtanê li Urdunê ji dayîk buyî, pişterast kir.

Îro li Bexdayê di konferanseke çapemenîyê de wezîrê hundurîn Beyan Cebr gote wî ev agahîya di derbarê Zerqawî de berî vê bi pênc rojan bihîstîye, belê ewî negot ka ev agahî ji kur girtîye.

Roja Sêşemê komeke ji El Qaîde ya li Îraqê gote ku rêberê wan Zerqawî di şerrekî van rojan de birîndar buye.

Di vê navê de li ser înternetê dîtinên li ser ka wê kî rêberatîya komê bike li hevketine. Websayteke Îslamî gote cîgirekî nû Abu Hefz El Qernî hatîye destnîşan kirin heta ku Zerqawî sax bibe, lê berdevkê El Qaîde ya Îraqê vê agahîyê dicîda înkar kir.

Wezîrê parastina Îraqê Sadun El-Duleyîmî daxuyand ku êrîşeke mezin ji bo tenahîyê li Bexdayê tê meşandin ku têde 40 hezar hêzên serbazî yên Îraqê tê bikaranîn jibo xirabkar bên girtin.

Îro roja Pêncşemê bi kêmî du kesên medenî û polîsekî Îraqî li paytexta vî welatî bi teqîneke otomobîlekê hatine kuştin. Û leşkerîya Emerîkî gote zarokek Îraqî di şerrê bi xirabkaranre de li bajarê Tel Efara ku nêzî Musulê ye hatîye kuştin. Leşkerî dibêje xirabkaran zarok wek mertal bikaranîne.

XS
SM
MD
LG