Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqîneke ku xuyaye  bi awayek xwekujî ye li Pakistanê 19 kesî kuşt - 2005-05-27


Bi teqîneke li tirbeke Misilmana li paytexta Pakistanê li Îslamabadê 19 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Ev bimbe li tirba Barî Îmam ya ku bi hezaran mirîdên Sinnî yên piranî û Şîa yên kêmanî lê di ahengekê de civîyabûn teqîya.

Peyamhinêrekî Dengê Amerîka û hin yên din dibêjin ku xwîn û dest û mil û perçeyên bedenên mirovan li der û dor belav bûbûn.

Ev tirb li Îslamabadê nêzî avahîyên hukumetê û yên dîplomatîk jî bûn, li cîhê ku balyozxane û konsolxane lê bûne.

Polîsên Îslamabadê dibêjin ku ev dijbe êrîşeke xwekuj, belê nizanin ka bi çi sebebî pêk hatîye.

Serok Pervez Muşerref vê êrîşê şermezar kir û got, dibe ku ev karê oldarên dijwar be. Gote lazime ku Pakistanî li gorî Îslamê xwe bi hezir nîşandin.

XS
SM
MD
LG