Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush ji bo parastina demokrasîyê li Amerîka ya Latînî xwest ku gav bêne avêtin - 2005-06-06


Serok Bush, ji Kongres a welatê xwe xwest ku Rêkeftina Bazirganîya Azad di navbera Amerîka ya Naverast û Welatên Yekgirtî yên Amerîka de derbas bike.

Di civîna salane ya Rêxistina Welatên Amerîkî de li Florîda yê birêz Bush got li hev kirina bi nave CAFTA dê ji cotkarên Amerîkî re bazareke mezin avake û dê pêşketina çîna navendî ya Amerîka ya Naverast geş bike.

Di axaftina xwe de serok Bush herwiha soz da ku pêlên azadîyê wê rojekê bigihîjin qeraxên Kuba ya komunîst.

Serok Bush rastewxwe behsa pêşnîyaza Amerîkî nekir bo damezirandina komîteyeka hevdem ya OAS(Rêxistina Welatên Amerîkî) bo çavdêrîya demokrasîyetê li herêmê.

Belê gelek balyozên Amerîka ya Latînî dijberîya vê pêşnîyazê kirin jiber ku dibêjin ew dê fersendê bide Welatên Yekgirtî yên Amerîka ku sengîyê deyne ser Venezuela û serokê wê Hugo Chavez.

XS
SM
MD
LG