Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teleskopa Neutrîno ya Derya Kûr Parçeya Giyanê ya Herî Enerjîk Dîtiye

Ev wêneya dîjîtal enerjîya herî bilind ya neutrînoya ku heta niha hatibu (3’yê Rêbendan, 2012) dîtin, nîşan dide.
Ev wêneya dîjîtal enerjîya herî bilind ya neutrînoya ku heta niha hatibu (3’yê Rêbendan, 2012) dîtin, nîşan dide.

Zanyaran îro Çarşemê ragihand ku dedektorek neutrînoyê ya ku di bin Derya Sipî de bicihkirî bin, perça herî enerjîk ya giyanê tomar kirîye.

Neutrîno perçeyek bingehîn e ku bi rêya tekilîya qels û erdkêşîyê ve çalak dibe.

Zanyaran ev perçe wek Neutrîno bi nav kirine jiber ku di warê elektrîkê ve bêalî ye û ji girseya wê ya mayînde ew qas piçûk e ku demek dirêj wekî sifir tê hesibandin.

Neutrîno ya ku nû hatiye dîtin, ji ya berê ku wek herî çalak hatiye tomar kirin, 30 qat çalaktir e.

Zanyar bawer dikin ku ev neutrîno ji derveyî galaksîya Rêya Şîrî hatiye, lê çavkanîya wê ya hîn tam ne dîyar e.

Fîzîkzan Mary Bishai li Laboratora Neteweyî ya Brookhaven got, hîn zû ye ku mirov çavkanîya neutrînoyê dîyar bike.

"Ew yek bûyer e. Divê em bibînin ka teleskopên din jî çi dibînin," Bishai got.

Detektora neutrînoyê amûrek fîzîkê ye ku jibo lêkolîna neutrînoyan hatiye afirandin. Jiber ku neutrîno bi pirçên din yên madeyê re bi qelsî dikeve çalakîyê, divê dedektorên neutrînoyê pir mezin bin da ku jmareke girîng ya neutrînoyan kişf bikin.

Neutrîno ji stêrkên mîna rojê dipijiqin û di her çirkeyê de bi trîlyonan ji laşê me derbaz dibin.

Ew wek perçeyên giyanî têne pênase kirin, bi sedema ku jiber girseya wan ya pir pir piçûk bir dijwar e ku mirov wan bibîne.

Zanyar nikanin neutrînoyên ku li dorê dizivirin tomar bikin. Di şûna wê de, qewimandinên dema ku neutrino dikevin nav perçeyên din yên madeyê, dipîvin.

Du sal berê, neutrînoyek li madeyêkê qelibî û piştî derbazbûna ji dedektora di binê avê de madeyeke piçûk ya bi navê muon afirand ku şewqa şîn hildiberand.

Lêkolîneran jibo texmînkirina enerjîya neutrînoyê ber bi paşve xebitîn û encamên xwe roja Çarşemê di kovara Nature de weşandin.

Aart Heijboer ji Enstîtuya Neteweyî ya Fîzîkên Subatomîkî Nikhef li Hollanda hev-nivîskarê lêkolînê yê.

"Ev beşek ji hewla fêmkirina pêvajoyên enerjîya herî bilind ya gerdûnê ye," wî got.

Detektora ku ev neutrîno kişf kir, beşek ji çavderîya neutrînoya deryaya kûr e ku hîn di bin çêkirinê de ye.

Dedektorên neutrînoyê bi gelemperî di binê avê de, li binê qcemedê yan jî binê erdê kûr têne bicîh kirin ku ji tîrêjên li ser rûyê erdê werin parastin.

Dîtina vê neutrînoya enerjîk ew qas zû dikare were vê wateyê ku li wir ji ya ku zanyar di destpêkê de hizir dikirin, zêdetir neutrino hene.

Fîzîkzan Denver Whittington ji Zanîngeha Syracuse yê ku beşdarî lêkolîna nû nebûye, got: "Ev nîşanek e ku em li ser rêya rast in, û ev jî nîşanek e ku dibe ku surprîzek hebe."

Jêder: AP

This item is part of
XS
SM
MD
LG