Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskarê Navdar Ahmet Altan ji Girtîgehê Hat Derxistin


Ahmet Altan û qîza wî Sanam (Arşîv)
Ahmet Altan û qîza wî Sanam (Arşîv)

Dadgeha Bilind ya Pêdaçûnê ya Tirkîyê (Yargitay) îro Çarşemê biryar da ku rojnamevan û çîroknivîsê navdar Ahmet Altan were azad kirin.

Dadhgehê pêdaçûna xwe ya ser doza Altan temam kir û 10 sal û 6 meh cezayê zindanê pûç kir, ku bi îdiaya piştgirîya darbeya leşkerî ji wî re hatibû birîn.

Dadgehê bi sedema dema ku Altan li zindanê maye, biryar da ku ew ji girtîgehê were derxistin.

Figen Albuga Çalikuşu, parêzera Altan ji ser hesabê xwe ya Twitterê ragihand ku Altan ji girtîgehê hate derxistin.

Dadgeha Ewrupî ya Mafên Mirovan (ECHR) do Sêşemê biryar dabû ku girtina Altan ya li zindanê dijî hiqûqe ye.

ECHR herwiha gotibû ku mafên Altan yên "ewlekarî û parastin", "dadgehkirina rewa" û "azadîya ramanê" hatie binpê kirin.

Dadgeha Ewrupî gotibû ku Altan bê ku delîl were nîşandan bi piştgirîya darbeya leşkerî hatiye sucdar kirin û li ser wê îdiayê, bi awayekî nehiqûqî hatiye girtin.

Dadgehê Ferman dabû Tirkîyê ku 16 hezar Euro, wek tazmînata manevî bide Altan.

Hêjayî balkişandinê ye ku nivîskarê navdar ew 4 sal, 6 meh û 21 roj in ku li zindanê dihat girtin.

XS
SM
MD
LG