Rêvebira Giştî ya Dengê Amerîka, Amanda Bennett li ser hindabûn û îhtîmala kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî peyamek weşand.
“Hindabûna rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî ya berê hefteyekê li Stenbolê û û belku jî îhtîmala kuştina wî bi bîr tîne ku rojnamevan li seranser cîhanê di çertên çawa dijwar de dixebitin.
Dengê Amerîka (VOA) û em hemî di Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM) de bawer dikin ku azadîya medyayê bingeha demokrasî û rêvebirineke baş e û divê rê li ber rojnamevanan were vekirin ku ew karê xwe bi azadî, bê çavtirsandin û zêdegavîyan bikin.
Ger raportên hikûmeta Tirkîyê ya kuştin yan revandina Xaşiqcî rast in, ew yek nîşaneya asteke nû ya fegên li ser rojnamevanan e ku rûbirûyê gelek zehmetîyan dibin.
Ew yek gefên mezin li ser erka me ya ragihandin û raportkirina rastîyan dike û metirsîyên ser rojnamevanên cîhanê û xebatkarên ji pênc torên Ajansa Amerîka ya jibo Medya Globalî (U.S. Agency for Global Media /USAGM)—Dengê Amerîka, Radyo Ewrupaya Azad /Radyo Azadî, Ofîsa Weşanê ya Kuba, Radyo Asya Azad û Torên Weşanê ya Rojhilata Navîn pirtir dike.
Em bang li hemî hikûmetan dikin ku jibo destekdayîna van nirxên bingehîn pirtir gavan bavêjin û li ser vê mijara ku tê de rojnamevanekî ku li Amerîka dijî û du hevalbendên Amerîka hene, reaksîyonên xurt nîşan bidin.