Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeşeyê Amerîkî Brunson Red Dike ku Peywendîya Wî bi Komên Terorîst Heye


Andrew Brunson
Andrew Brunson

Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku ji Cotmeha sala borî ve li Tirkîyê girtî ye, îro Duşemê derket pêş dadgehê û red kir ku peywendîya wî bi komên terorîst heye.

“Min kok tişekî dijî Tirkîyê nekiriye. Ez Tirkîyê hez dikim. Ez ji 25 salan vir ve li Tirkîyê dûa dikim. Ez dixwazim rastî derkeve. Ez tawanên dijî xwe qebûl nakim jiber ku min ti car li karên neqanûnî cîh negirt,” ji dadgehê re got.

Di rûniştina dadgehê de ku li bajarokê Alîaga ya Îzmîrê pêk hat, hevjîna Brunson, senatorê eyaleta North Carolina Thom Tillis û nûnerê taybetê yê Amerîkî bo azadîya olî Sam Brownback jî amade bûn.

Girtina Brunson di navbera Amerîka û Tirkîyê de bûye sedema krîzekê û Washingtonê gelek caran berdana wî ji hikûmeta Tirkîyê xwestiye.

XS
SM
MD
LG