Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Brunson Careke Din Daxwaza Berdana Wî Dike


Îsmaîl Cem Halavurt, parêzerê qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson îro ji Reutersê re ragihand ku wî careke din daxwaza berdana Brunson ji karbidestan kir.

Halavurt da zanîn ku wî serlêdana berdana Brunson ji girtina li nav malê xwest û daxwaz kir ku qedexeya rêwîtî ya hember wî jî were rakirin.

Halavurt dîyar kir ku heft rojên dadgehê hene ku bersîveke fermî bide daxwaza wan.

Brunson bi piştgirîya terorîzmê tê tawanbar kir û heta 35 sal cezayê zindanê jê wî re tê xwestin.

Kêşeya Brunson bûye sedema krîzeke mezin ya navbera Amerîka û Tirkîyê û Serokê Amerîka bi tundî daxwaz kiriye ku karbidestên Tirk Brunson azad bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku rûniştina paştir ya Brunson di 12’ê Cotmehê de de were kirin.

XS
SM
MD
LG