Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Sudanê Abdalla Hamduk Wek Serokweîzrê Nû Destnîşan Dike


Jêderên opozîsyona serekî ya Sudanê îro Pêncşemê ragihand ku ewê Abdalla Hamduk di hikûmeta nû ya awarte de wek serokwezîr destnîşan bike.

Abdalla Hamduk
Abdalla Hamduk

Hamduk, aborîzanekî navdar e û di jimareke sazîyên navnetewî de xebitîye.

Destnîşankirina wî wek gava yekê ya biryara damêzirandina hikûmeteke demkî tê dîtin, piştî ku serokê berê Omer el-Beşîr di meha Nîsanê de, piştî xwepêşandanên nerazîbûnê ji desthilatê hatibû ladan.

Desthilatdarên leşkerî û opozîsyona sivîl hefteya borî li hev kiribû civateke nû ya serbixwe ava bikin û berbIjarê ku oposîzyon dê destnîşan biken bibe serokwezîrê nû yê welêt.

Li ber e pêkanîna civata nû roja Yekşemê were ragihandin û Civata Leşkerî ya Sudanê, ku piştî gêrbûna Omer kontrola welêt girtibû destê xwe, dawî li hebûna xwe bîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku serokê berê Beşîr bi qasî 30 sal li desthilatê mabû û ew di meha Nîsanê de bi darbeya leşkerî ji desthilatê hatibû gêr kirin.

Dû re artêşa Sudanê dest danîbû ser rêvebirîya wî welatî û di protestoyên sivîl yên girseyî de bi dehan kes hatibûn kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG