Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Andrew Peek: Hilbijartina Dawî Serkeftina Demokrasîya Îraqê Ye


Andrew Peek
Andrew Peek

Di hevpeyvîna taybet ya Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka de, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka jibo Karên Rojhilata Nêzîk, Andrew Peek ser hilbijartinên dawî yên Îraqê peyîvî.

Peek pesna hilbijartinên Îraqê da û ew yek wek destketina demokrasîya Îraqê bi nav kir.

“Peyvajoya hilbijartinên parlemanî ya çaran ya ji 2003'an vir ve, nîşana xurtbûna demokrasîya Îraqê ye. Bi nêrîna min Îraqîyan di nav salîn borî de karekî baş kir û bingeheke qanûnî ji prosesa demokratêk re afirand.”

Peek bi bîr xist ku ew ji îdayên nerêkûpekî û sextekarîyên hilbijartinê agahdar in û piştgirî didin banga Neteweyên Yekbûyî ya vekolînkirina wan îdayan.

“Lê, em ji hemî alîyan dixwazin ku alozî nermtir bikin û di çarçoveya qanûnên Îraqê de bimînim.”

Peek da zanîn ku rêvebirîya Amerîka çaverê ye bi hikûmeteke, ku gelê Îraqî hilbijartîbê, kar bike û wan ew ji roja yekê heta niha dubare kirine.

“Peyama ku me ji gelê Îraqê bihîstîye ew e ku daxwaza avakirina jîyaneke baştir bi rêka hikûmeteke yekbûyî ya nemezhebî dike. Bi nêrîna min ev hilbijartin ji kesan mezintir e û mesajeke zelal dide me û emê li gor wê mesajê karê xwe bikin.”

Peek derheqa bandora Îranê ya li ser Îraqê jî got ku gelek sîyasetên Îranê ne di berjewendîya gelê Îraqê de ye.

“Gelek polîtîkayên mezhebî yên Îranê xirab in û bingeha vegera DAIŞ'ê ava dikin. Loma bandora Îranê cîhê xema me ye. Emê bi Îraqîyan re bixebitin ku wan di vê rêka niha ya demokrasî de bimînin û ji xeterîyên ku Îran tîne pêş wan agahdar bin.”

Peek derbarê rola Kurdan ya di avakirina hikûmeteke nû ya Îraqê de jî peyîvî û bal kişand ser girîngîya peywendîyên baş yên navbera Bexda û Hewlêrê.

“Me piştî referanduma payîza borî gelek hewil da ku lihevkirinek di navbera Bexda û Hewlêrê de pêk were û emê misoger bikin ku Kurdistana Îraqê ya di nav Îraqeke yekgirtî û serwer, hem bo Kurdan jem jî hemî Îraqîyan rêka herî baş e.”

XS
SM
MD
LG