Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PYDKS Dibêje Ewê Beşdarîya Hilbijartinên 11'ê Hezîranê Bike


Hilbijartinên Kurdên Sûrîyê (Adar 13, 2015)
Hilbijartinên Kurdên Sûrîyê (Adar 13, 2015)

Partîya Yekîtîya Demokratîk ya Kurd li Sûrîyê (PYDKS), ku di nava gel de wek El-Wehdê tê zanîn, ragihand ku ewê bi lîsteya xwe tev li hilbijartinên şaredarîyan bibe ku di 11ê Hezîranê de li herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê tên lidarxistin.

Endamê komîteya sîyasî ya PYDKS, Mislim Şêx Hesen ji Dengê Amerîka re got ku lîsteya partîya wan li her sê kantonên Kobanê, Cizîrê û Reqayê, hevrikîya di hilbijartinan de dike.

Şêx Hesen armanc û bernameya lîsteya PYDKSê di hilbijartinan de, şîrove kir, “Weke PYDKS me xwest beşdarî van hilbijartinan bibin jibo erkên xwe yên niştimanî û netewî pêk bînin, herwiha ji erkên me ye ku daxwazên gel bicîh bînin, gava ku mirovê baş cîhê guncaw bigire û kanibin xizmetkarîyan ji gel û herêma xwe re pêşkêş bikin”.

Ji alîyê xwe ve, Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan dîyar kir ku hemû amadekarîyên lidarxsitina hilbijartinan di 11ê Hezîranê de temam bûne.

Komîserîyê li ser malpera fermî ya Rêvebirîya Xweser da zanîn ku 5336 berbijêr çi kesên serbixwe yan di nava lîsteyan de, hevrikîyê li ser postên hevseroktî û endamtîya meclîsên 134 şaredarîyan li 7 kantonên herêma Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, dikin.

Komîserîyê herwiha bang li rêxistinên navxweyî û navnetewî kir jibo şopandin û çavdêrîya pêvajoya dengdayînê di hilbijartinan de bikin.

Şêx Hesen li ser zelalî û dirustîya rêveçûna hilbijartinan, herwiha mekanîzmeya çavdêrîyê, dibêje ku divê rê li her cûre sextekarîyê were girtin.

“Hêvîya me ji Komîserîya Bilind ya Hilbijartinan baş çavdêrîya hilbijartinan bike daku ti sextekarî çênebe, çimkî ev tişt ne di berjewendîya partîya me de ye û ne jî Rêvebirîya Xweser, ku ev hilbijartinan werin rexne kirin, lê eger sextekarî çêbibe, em partîya Yekîtî wê demê dê helwesta xwe nîşan bidin”, Şêx Hesen got.

Hêjayî gotinê ye ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), ku partîya serekî ye di Rêvebirîya Xweser de, di nava lîsteya Hevpeymanîya Gelan û Jinê de, ku ji 22 alîyên sîyasî pêk tê, beşdarî van hilbijartinan dibe.

Di vê hevpeymanîyê de tevî PYDê, Partîya Sûrîya Paşerojê heye, herwiha hejmareke partîyên Kurd, Ereb û Suryanî, û tevgerên jinan jî hene.

Herwiha, Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) ragihandibû ku ew van hilbijartinan boykot dike û beşdarî wan nabe.

Her di vê çarçoveyê de, Partîya Pêşverû ya Kurd li Sûrîyê, ti helwest derbarê tevlêbûna di hilbijartinan de nîşan nedaye, Dengê Amerîka hewil da helwesta wan hîn bibe, lê ti bersîv nehat dayîn.

NR_05_28_2024_AANES_Elections
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00
XS
SM
MD
LG