Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebadî: Bi Hêza Destûrê, Îraq Dê Hukim li Kurdistanê Bike


Serok hikûmetê Îraqê Heyder Ebadî Çarşemê li parlamenê amade bû, peyvek pêşkeş kir, giraniya Peyva Ebadî li ser encamdana referandûma herêma Kurdistanê û derencamên wê bûn.

Ebadî daxwaz ji herêma Kurdisatanê kir daku, dest ji encamên rêferandûma serxwebûnê berde ya roja Duşema bûrî hatî encamdan û vegerin diyalog çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de.

Ebadî di civîna taybet ya palamenê de got"Divê encamên rêferandumê bihên pûç kirin û vegerîn diyalogê li jêr sîhwana destûrê..qet em diyalogê li ser bingeha encamên referandumê nakin"

Serokwezîrên Îraqê Heyder Ebadî herwiha got"Dê desthilatê li hemû ciyên herêmê bi hêza destûrê bidîn sepandin".

Di beşekî axiftinên xwe de Ebadî got helwesta hemû cîhanê li dij encamdana referandumê bû, yek welat jî piştgîrî neda referandumê.

Ebadî dîsan got ku, ewê kontrola hikûmeta merkezî bixin ser hemû firîngehan û deriyên sînorî, herwiha ewê wan hemû herêman vegerînînin yên ku berî êrîşên DAIŞê ketine jêr kontrola herêmê.

Palamenê daxwaz ji Ebadî kir ku, hikûmeta Bexda kontrola bajarê Kerkukê bike. Ebadî da zanîn ku ewê bi hêza destûrê, nek bi hêza şer, hemû ciyan vegerînin û got eger berpirsên Kurd dixwazin destûr jî bihê guherandin em amade ne, bila bên hemû Îraqî bi hevre biryarê li ser destûrek nû bidin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li roja Duşemê referanduma serxwebûnê li parêxzgehên Silêmanî, Hewlêr, Duhok encam da herweiha li bajarê Kerkuk û hind herêmên parêzgeha Mûsil ku, weke herêmên binakok tên naskirin.

Li gor çavkaniyên ne fermî 3.3 Melîyon kesan da û rêjeya beşdarbûnê %72.16 ye, lê hikûmeta Îraqê, welatên li herêmê û li cîhanê encamên referanduma serxwebûna herêma Kurdistanê ne pejirandin e.

XS
SM
MD
LG