Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li Enqerê Pêşwazîya Abadî Dike


Serokwezîrê Îraqê Haider Abadi
Serokwezîrê Îraqê Haider Abadi

Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan roja Çarşemmê li Enqerê pêşwazîya serokwezîrê Îraqê Haider Abadî kir, piştî ku, Abadî di çarçova nêzîkbûna herdu welatan de û dijberîya li hember serxwebûna Herêam Kurdistana Îraqê ev serdan pêk anîye.

Abadî pêş nîvro giha Enqerê, li gûr kenalê fermî TRT TV Erdogan ew li qesra serokatiyê pêşwazî kirîye. Herwiha Abadî dê ligel hevpîşeyê xwe Binalî Yildirim bicive.

Piştî civînê, Erdogan û Abadî civînek rojnamegerî encam da û Erdogan da zanîn ku, ew ligel yekpaçeyî ya axa Îraqê ne, Erdogan bal kişand ser hebûna DAIŞê li Îraqê û têkçûna wê, li bajarên weke Mûsil, Anbar û herêmên din.

Di beşekî din yê axiftina xwe de Erdogan got, hebûna PKK'ê li Qendîl û Şengalê di nav axa Îraqê de, dê mijara danûnstendinan be di navbera Îraq û Tirkiyê de.

Haider Abadî herwiha di axiftina xwe de, sopasiyên xwe anîn ziman ku, ew şiyan DAIŞ'ê li Îraqê têk bibin, herweha Abadî di civîna rojnamevanî de behsa referanduma herêma Kurdistana Îraqê kir û da zanîn ku referendum yek alî bû, ew lidij destûr û yekparçeyî ya axa Îraqê bû.

Seredana Abadî di wî çaxî de pêk tê, dema ku, nêzîkbûnek di navebar Îraq û Tirkiyê de pêktê, piştî mehên bûrî duberî di navbera wan de dijwar bûbû, jiber hebûna bingeha leşkerê Tirk li Îraqê.

Tirkiyê berî niha jî dabû zanîn ku ewê sizaysan bidin ber herêma Kurdistana Îraqê, bi taybet piştî referendum li bajarê Kerkuk encam dayî ku, pêkhateyên bajêr ji Kurd, Arab, Turkmen û pêkhateyên din pêk tê.

Seredana Abadî di wî çaxî de pêkhat dema şevê din hikûmeta Herêam Kurdistana Îraq biryara cemidanina encamên referandumê dayî.

XS
SM
MD
LG