Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abbas Dibêje, Tenê Amerîka Dikare Êrîşa Îsraîlê Ya Li Ser Refehê Rawestîne


Serokê Deshilata Filistînî Mahmud Abbas
Serokê Deshilata Filistînî Mahmud Abbas

Serokê Deshilata Filistînî Mahmud Abbas roja Yekşemê got ku tenê Amerîka dikare êrîşên Îsraîlê li ser bajarê sînorî yê Refehê li Gazayê rawestîne û got ku êrîşa ku çaverê ye di nava çend rojan de bibe, dikare zorê bide piraniya xelkê Filistînî ku ji Gazayê birevin.

Abbas di civîna taybet a Foruma Aborî ya Cîhanî ya li Riyad a paytexta Erebistana Siûdî de got: "Em bang li Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin ku ji Îsraîlê bixwaze ku êrîşa Refehê pêk neyne. Amerîka yekane welat e ku dikare rê li vî sûcî bigire."

Îsraîl, ku bi hefteyan gef xwariye ku dê êrîşeke berfireh li ser taxê bike û got ku armanca wê tunekirina tabûrên mayî yên Hamasê ye, hefteya borî êrîşên asmanî li ser Refehê zêde kirin.

Welatên rojavayî, di nav de hevalbenda herî nêzîk ê Îsraîlê Amerîka, ji wê daxwaz kirin ku xwe ji êrîşa li ser bajarê başûr rawestîne, ku dikeve ser sînorê Misrê û zêdetirî milyonek filistînî yên ku ji ber êrîşa heft mehan ya Îsraîlê reviyane dihewîne.

Abbas got: "Tiştê ku dê di çend rojên pêş de biqewime ew e ku Îsraîl dê êrişî Refehê bike ji ber ku hemî Filistîniyên ji Gazayê li wir kom bûne," û tenê "derbeyek biçûk" li ser Refehê dê gelê Filistînê neçar bike ku ji Gazayê birevin."

Wê demê karesata herî mezin a di dîroka gelê Filistînê de çêdibe.”

Abbas dubare kir ku ew koçkirina Filistîniyan bo Urdun û Misrê red dike û ew dilgiran e ku dema Îsraîl operasyonên xwe yên li Gazayê biqedîne, dê hewl bide ku gelê Filistînê ji Kenara Rojava jî derxîne û derbasî Urdunê bike.

Îsraîl êrîşa xwe li ser Gazayê dest pê kir piştî ku Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîş bir ser başûrê Îsraîlê ku di êrîşê de Îsraîl got 1200 kes hatin kuştin û 253 jî dîl hatin girtin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê ji wê demê ve zêdetirî 34,000 Filistînî hatine kuştin û piraniya xelkê ji cih û warên xwe derbider bûne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG